30 Nisan 2024 Salı

Şoreş Serhed nivîsand | Li dijî şerê topyekûn yê dij-şoreşger bijî şoreşa yekbûyî

Aliyên rasteqîn ên tevgera şoreşger- sosyalîst a Tirkîyê, ger li dijî vê şerê dagirkerîyê bikaribin navendekê hevgirtî ava bikin, bandora sosyal-şovenîzmê ji ser xwe, bandora şovenîzmê ji ser girseyên karker û kedkar ên Tirkîyê biavêjin, wê li Tirkîyê deriyên şoreşa demokratîk jî vebe. Pêwîste tevgerên Tirkîyê li pişt burjuvazîya xwe nesekinin, ji şaştîya partîyên enternasyonal a 2emîn an jî ji pratîka xwe ya Efrîn û Serêkaniyê dersan derxînin.

Ji talîya sala 2023an heta niha, mêtingeriya faşîst, ji bo ji xwe re rêya dagirkirina Başûrê Kurdistanê veke û derfetên nû yên dagirkeriyê ava bike xebatên dîplomatîk û leşkerî kûr û zêde dike. Di vê dema nêzîk de hin encamên vê xebata wê jî eşkere dibin. Yek ji van encaman ê nû û balkêş jî ev e ku dewleta Iraqê, PKK wek "rêxistinekê terorîst" pênase kir. Ango dewleta Iraqê bi Tirkan re hevpeymanek daxuya kir. Di heman wextan de Lahur Telebanî, li hemberî YNKê û li kelekî PDKê partîyek nû ava kir. Li gel van Ethem Barzanî yê ku berî di PDKê de rêveber bû ji bo avakirina Hîzbullaha Kurdistanê amadehiyan dike. Bêgûman ev pêvajo ne ji şerên parvekirinê yên di herêmê de îzole kirî ye.

Di herêmê de ji şerê Azerbeycan-Ermenîstanê heta şerê Gazze- Îsraîlê, gav bi gav şerên ku herêmê ji nû ve dîzayn dikin tên dîtin. Êrîşên dewleta burjuvazîya Tirk yên dagirkeriyê hem li Başûr hem jî li Rojava demeke dirêj e didomin. Serokê faşîst Erdoxan hem di hindurê dewletê de bi îtifaqa faşîst, hem jî di êrîşên xwe de bi îtifaqa dij-şoreşger û bikaranîna nakokîyên di navbera emperyalîstan de ji bo xwe gavên girîng avêt. Li Rojavayê Kurdistanê û Bakûrê Sûriyê ji Îdlib (Efrîn jî di nav de)heta ber deriyê Minbicê û Serêkaniyê-Girê Spî dagir kir. Di Başûrê Kurdistanê de xetekê berfireh de baregehên leşkerî ava kir. Jixwe pilansazîya xwe ya dagirkirina Rojava û Başûr di sala 2018an de eşkere kiribû, gavên ku tên avêtin jî girêdayê vê plansazîyê ne. PDK ya ku demek dirêje hevkarîya plansaziya dagirkerîyê ya dewleta burjuvaziya Tirk dike, jixwe di vê plansazîyê de cih digirt. Lê nediwêrî ku bi xwe bikeve nav şer de. Heta niha piştgirîya lojîstîk, teknîk û îstihbaratê da artêşa dagirker. Bi vê re,wî dixwest ku yan bi navê hikumeta Başûr, ku ji bo vê pêwîst bû YNKê îqna bike, an jî bi navê Iraqê bikeve şer. Di heyama ku Lahur Telebanî li ser YNKê bû di vê mijarê de bi PDKê re li hevkirinek xuya dibû. Lê piştî ku ev xeta îxanetkar di nav YNKê de eşkere bû, Lahur ji YNKê hat avêtin, derî li ber vê pêvajoyê hat girtin. YNKê xetekê welatparêz da pêş xwe. Ligel vê bandora Bafil Telebanî ya ku bi PKKê re li ser bingehekê netewî- demokratîk di nav têkiliyê de ye hîn xuyatir bû. Dema YNKê şerekê li dijî Kurdan nepejirand, PDKê jî nekarî bi navê Hikumeta Başûr şer bike. Lê heta gava talî jî dewleta faşîst a mêtinger a Tirk bi kiryarên xwe yên derhiqûqî û gefên xwe yên eşkere xwest YNKê têxe nav vê plansazîyê. Lê dema ev nebû, li ser asta Tirkiyê-Iraq û PDKê îtifaqa şer hat avakirin. Bêguman li hevkirina di bin navê "herêma tampon" de, erê kirina dagirkeriya dewleta Tirk a mêtinger e. Di vir de pirsa "Iraq ji bo çi vê tiştê bipejirîne?" derdikeve pêş me. Dema em dibêjin Hikumeta Iraqê ango Îran vê projeyê çima dipejirîne, pêwîste em berirehtir li herêmê jî binêrin. Ji ber ku di hevpeymana Tirkiye-Iraqê de jî tê dîtin ku qasî di jı nû ve pervekirin û dagirkirina Başûrê Kurdistanê de li hev kirine, di mijara Gazze de jî li hev kirin e. Lewma di hevpeymanê de tê dîtin ku wê ava Bakûrê Kurdistanê di navbera xwe de par vekin, petrol û çavkaniyên li Başûr di navbera xwe de ji nû ve par vekin, wê rêyên bazirganiyê yên nû ku di nav Bakûr û Başûrê Kurdistanê de derbas dibe ava bikin...

Di vir de çend tiştên sereke hene ku hêzên herêmê û yên emperyalîst hemû li hev dikin; 1) Di çiyayên azad de ku hêlîna berxwedanîya gelê Kurd e, şkînandina vîna şer a PKKê. Dixwazin bi vê çarenûsa şoreşa Rojava jî diyar bikin. Ji ber ku wê xeta berxwedêr bandora xwe li ser şoreşê winda bike û xeta îxanetkar ya hevkar hem ji derve hem jî ji hindur bikaribe êrîş bike. Di vir de hem Emerîka hem jî Rusya ji aliyê xwe ve li pişt vê plansazîyê ne. 2) Parvekirina dewlemendiyên Qadên Parastina Medya yê ku ji petrolê heta madenên cuda, ji av- kehrebê heta erdên çandinîyê berfireh dibe. Li ser vê beşa plansaziyê Îran-Tirkîye-Iraq û PDK li hev dikin. Ji ber ku cihê Haşdî Şeabî tê de hebe Îran jî li wir e, ji xwe hikumeta Iraqê bi xwe jî girêdayê Îranê ye. 3) Avakirina rêya bazirganiyê ku ev hem gor berjewendiyê dewletên Ewrûpa û hem gor berjewendiyê Îranê ye jî, hemû alî li ser li hev dikin. Îran, hem ji bo Rojava hem jî ji bo rewşa navxweyî û Rojhilatê Kurdistanê dixwaze metirsîya PKKê ji holê rabe. Lê belê ew jî, Iraq jî dizane ku dewleta Tirk wê herêmê dagir bike û wê ber bi "mîsaqi Millî" ve gav bavêje. Bi vê re jî wê li ser Îranê dorpêçek çêbe. Ligel vê hebûna PKKê di heman demê de ji ber ku dewleta burjuvazîya Tirk dı herêmê de mijûl û qels dike, Îran naxwaze PKK tûne jî bibe. Di heman demê de ji ber ku ev hevpeyman li ser kevana Şîa ya Îranê metirsîyeke û xizmetê ji projeya Osmanîya nû re jî dike, pêwîste em çavderîyê bikin ku ka Îran di qadê de çiqasê vê hevpeymanê erê dike. Di peymanê de behsa "yekîtîya Iraqê" jî tê kirin. Ji xwe ev tedbîreke, lê ne bes e. Di qadê de jî pêdivî pê heye ku berjewendiyên Îran-Iraqê bên misoger kirin. Ji ber vê yekê tevlîbûna Haşdî Şeabî ya êrîşa dagirkeriyê ya li ser Qadên Parastina Medyayê di rojevê de ye. Bi vê re pozîsyona YNKê jî ji bo Îranê girîng e û bi erêkirina Îranê ye. Tiştên ku me heta niha behsê kirin, vîna dagirker, mêtinger û emperyalîstên dij-şoreşger bûn. Em niha jî li vîna şoreşger a Kurdistanê binêrin.

DI ŞERÊ LI DIJÎ MÊTINGERIYÊ DE VÎNA GERÎLA GAVEKÊ DI PÊŞ DE YE
Ji beriya her tiştê pêwîste em berxwedana gerîla û hemleyên şoreşgerî yên ku di zivistanê de pêk anîn û derbên giran li artêşa dagirker dan silav bikin. Jixwe ev operasyonên şoreşger ên gerîla bûn ji sembolên vîna şoreşger. Fermandarê Biryargeha Navendî ya Navenda Parastina Gel Murat Karayilan, di daxuyaniya xwe ya ji bo newrozê de, mijarên girîng anîn ser ziman. Di daxuyaniya xwe ya di rojên pêş newrozê de Karayilan bal kişandibû li ser hêza şer a gerîla. Pişt re Fermandarîya Biryargeha NPGê, destketiyek girîng ji bo hêza derb lêdanên li dijminê mêtinger zêde bike eşkere kir. Fermandarîya Biryargeha NPGê mizgînîya Newrozê wek "Gêrîlayên Azadîya Kurdistan, derfetê bêbandorkirina SÎHA yên ku artêş û dewleta Tirk her roj pê qirkirinê dike peyda kir. Hêzên me bi giştî 15 SÎHA xistin" daxuya kir. Em dikarin bêjin ku wê gerîla li hemberê SÎHA yên ku dewleta mêtinger a Tirk wek "pirojeya netewî" behsê dike, çalakîyên hîn bi bandortir pêk bîne.

Yek ji mijarên ku Fermandarê Biryargeha Navendî ya NPGê Mûrad Karayilan di axaftina xwe de anî ser ziman jî di mijara yekîtîya Kurdan de bû. Ku bal dikşîne ser mijara yekîtîyekê "bê PDK". Lewma, Kongreya MLKPê ya 7emîn jî anîbû ser ziman ku pêwîste êdî PDK û partiyên di xeta wî de wek aliyê yekîtîya Kurdistanê neyên dîtin. Ji ber ku rastîya maddî ew e ku PDK hevkarîya dagirkerên mêtinger dike. Li dijî karker û kedkarên Kurdistanê zilmê dike. Lê ji aliyê din ve YNK xwe zêdetir nêzîkê yekîtîyê dike. Jixwe Bafil Telebanî di daxuyanîya xwe ya talî de bal dikşîne ser hewcehîya yekîtîyê. Bi rastî jî wê ev ji bo gelê Kurd ê welatparêz, şoreşger û welatparêzên sosyalîst bibe destketîyek. Lê aliyên vê yekîtîyê wê kî be, ev ji îro de ne diyar e. Tişta ku diyar ew e ku ji bilî xeta îxanetkar ya PDKê, hemû partiyên Kurdistanê aliyên vê yekîtîyê ne. Yekîtîyekê bi vî rengê ji bo şoreşa Kurdistanê jî, ji bo şereşêa yekgirtî jî pir girîng e. Di vir de rola HBDH û eniyên şoreşger-sosyalîst, çepên kedkar ên li Tirkîyê jî hîn girîngtir dibe. Aliyên rasteqîn ên tevgera şoreşger- sosyalîst a Tirkîyê, ger li dijî vê şerê dagirkerîyê bikaribin navendekê hevgirtî ava bikin, bandora sosyal-şovenîzmê ji ser xwe, bandora şovenîzmê ji ser girseyên karker û kedkar ên Tirkîyê biavêjin, wê li Tirkîyê deriyên şoreşa demokratîk jî vebe. Pêwîste tevgerên Tirkîyê li pişt burjuvazîya xwe nesekinin, ji şaştîya partîyên enternasyonal a 2emîn an jî ji pratîka xwe ya Efrîn û Serêkaniyê dersan derxînin. Em dizanin ku em di heyamek şoreşger de derbas dibin. Ev heyam di nava xwe de xeteriyên pir mezin û deretên pir girîng di hewîne. Şoreşa yekbûyî, îro ji her demê nêzîktir e. Pêwîste di serî de Komunîstên Marksîst Lenînîst, şoreşger û antîfaşîst xwe bi hişmendîya vê rastîyê arastî bikin. Çavên Lenîn ê mezin li ser me ne!

YAZININ TÜRKÇESİ
Türkiye devrimci-sosyalist hareketinin tutarlı tarafları bu işgal savaşına karşı birleşik bir merkez oluşturabilirse, kendi üzerinden sosyal-şovenizmin etkisini, şovenizmin Türkiye'deki işçi ve emekçi kitleleri üzerindeki etkisini yıkıp parçalayabilirse, Türkiye'de de demokratik devrimin kapıları aralanabilir. Türkiye devrimci-sosyalist hareketleri kendi burjuvazisinin arkasında durmamalı, 2. Enternasyonal partilerinin hatalarından ve güncelde Efrîn ve Serêkaniyê işgali karşısındaki pratiklerinden ders almalıdır.

Faşist sömürgecilik, 2023 yılı sonundan bu yana Güney Kürdistan'ın işgalinin önünü açmak ve yeni işgal fırsatları yaratmak amacıyla diplomatik ve askeri faaliyetlerini derinleştirmekte ve artırmaktadır. Yakın gelecekte bu çalışmanın bazı sonuçları ortaya çıktı. Bu yeni ve dikkat çekici sonuçlardan biri de Irak hükümetinin PKK'yi "terör örgütü" olarak tanımlamasıdır. Yani Irak devleti, Türk devleti ile ittifak yaptığını duyurdu. Aynı zamanlarda Lahur Talabani, KDP'nin yanında, YNK'ye karşı yeni bir parti kurdu. Bunların yanı sıra daha önce KDP'de yöneticilik yapan Ethem Barzani de Kürdistan Hizbullah'ının kurulmasına hazırlanıyor. Elbette bu süreç bölgedeki paylaşım savaşlarından yalıtık değil.

Azerbaycan-Ermenistan savaşından Gazze-İsrail savaşına kadar bölgeyi adım adım yeniden şekillendiren savaşlar görülüyor. İşgalci Türk burjuva devletinin saldırıları hem Başûr'da hem de Rojava'da uzun süredir devam ediyor. Faşist şef Erdoğan, hem faşist ittifakla ülke içinde, hem de saldırılarında antidevrimci ittifakla ve emperyalistler arasındaki çatışmalardan yararlanarak önemli adımlar attı. İdlib'den (Efrîn dahil) Minbic önlerine ve Serêkaniyê-Girê Spî'ye kadar Rojava Kürdistan'ı ve Kuzey Suriye'yi işgal etti. Güney Kürdistan'da geniş bir alanda askeri üsler kurdu. 2018'de Rojava ve Güney'i işgal etme planını açıklamıştı, atılacak adımlar da bu plana bağlı. Uzun süredir Türk burjuva devletinin işgal planında işbirliği içinde olan KDP de bu plana dahil edildi. Ancak kendisi savaşa girmeye cesaret edemedi. Şimdiye kadar lojistik, teknik, istihbarat desteğini sunmaktan geri durmadı. Bununla birlikte ya Güney hükümeti adına YNK'yi ikna etmek ya da Irak adına savaşa girmek istiyordu. Lahur Talabani'nin YNK'de olduğu dönemde KDP ile bu konuda bir anlaşma yapılmış gibi görünüyordu. Ancak YNK'de bu hain çizginin açığa çıkmasının ardından Lahur YNK'den atıldı, sürecin bu seçenekle ilerlemesine kapı kapatıldı. YNK yurtsever bir çizgi ortaya koydu. Bununla birlikte PKK ile ulusal demokratik temelde ilişkili halde olan Bafil Talabani'nin etkisi daha da belirginleşti. YNK Kürtlere karşı savaşı kabul etmeyince KDP, Güney Hükümeti adına savaşamadı. Ancak sömürgeci faşist Türk devleti, yasadışı eylemleri ve açık tehditleriyle sonuna kadar YNK'yi bu plana dahil etmeye çalıştı. Ancak bu da olmayınca Türkiye-Irak ve KDP düzeyinde bir savaş ittifakı kuruldu. Kuşkusuz "tampon bölge" adı altında yapılan anlaşma, işgalci Türk burjuva devletinin işgalinin onaylanmasıdır. Bu durumda "Irak bu durumu neden kabul ediyor?" sorusu önümüze geliyor. Irak hükümeti ya da İran bu projeye neden onay veriyor derken bölgeye daha yakından bakmamız gerekiyor. Çünkü Türkiye-Irak anlaşmasında Güney Kürdistan'ın işgali ve yeniden paylaşılması konusunda anlaştıkları kadar, Gazze konusunda da anlaştıkları görülüyor. Anlaşmada öne çıkan başlıklarda, Kuzey Kürdistan'ın sularını aralarında paylaşacakları, Güney'deki petrolü ve diğer enerji kaynaklarını yine aralarında bölüşecekleri, Kuzey Kürdistan ile Güney Kürdistan'ın ortasından geçen yeni ticaret yolları inşa edecekleri görülüyor.

Burada birkaç temel şey var ki; bölgesel ve emperyalist güçlerin hepsi aynı fikirdedir; 1) Kürt halkının direniş ocağı olan özgür dağlarda PKK'nin savaş iradesini kırmak. Bununla Rojava devriminin kaderini belirlemek istiyorlar. Çünkü direniş hattı devrim üzerindeki etkisini kaybedecek ve hain işbirlikçi hat hem dışarıdan hem de içeriden saldırabilecektir. İşte bu planın arkasında hem Amerika hem de Rusya var. 2) Petrolden çeşitli madenlere, su-elektrikten tarım arazilerine kadar uzanan Medya Savunma Alanları'nın zenginliklerinin dağılımı. İran-Türkiye-Irak ve PDK planın bu kısmında hemfikir. Haşdi Şabi'de plana belli oranda dahil olduğundan İran'da bu plana ortak olmaktadır. Zaten Irak hükümeti de İran'a bağımlıdır. 3) Hem Irak'ın özelde Avrupa ülkelerinin, belli oranda da İran'ın çıkarına olacak ticaret yolunun inşası tüm taraflarca kabul edilmiştir. İran, hem Rojava hem de iç politik durum ve Doğu Kürdistan açısından PKK tehdidinin ortadan kalkmasını istiyor. Ancak kendisi ve Irak, Türk devletinin bölgeyi işgal edeceğini ve "Misak-ı Milli"ye doğru adım atacağını da biliyor. Bununla İran'a kuşatma uygulanacaktır. Yanı sıra, PKK'nin varlığı burjuva Türk devletini bölgede zayıflattığı ve oyaladığı için İran PKK'nin tamamen ortadan kalkmasını da istemiyor. Aynı zamanda bu İran'ın şii hilalini tehdit eden ve neo-Osmanlı projesine hizmet eden bir yerde de durduğundan İran'ın onayının nereye kadar olduğunu sahada görmek gerekiyor. Anlaşmada "Irak'ın birliği"nden de bahsediliyor. Bu bir önlem ama yeterli değil. Sahada İran-Irak'ın çıkarlarının garantilenmesi gerekiyor. Bu nedenle Haşdi Şabi'nin Medya Savunma Alanları'na yönelik işgal saldırısına katılımı gündemde. Bununla birlikte YNK'nin konumu İran açısından da önemlidir ve İran'ın onayıyladır. İran-Türkiye 'ticaret anlaşmaları' da bu süreçten bağımsız değildir. Buraya kadar anlattıklarımız işgalcilerin, zalimlerin, karşıdevrimci ve emperyalistlerin iradesiydi. Şimdi Kürdistani devrimci iradeye bakalım.

SÖMÜRGECİ SAVAŞTA GERİLLA İRADESİ BİR ADIM ÖNDE
Öncelikle gerillanın direnişini ve kış aylarında gerçekleşen ve işgalci orduya ağır darbeler indiren devrimci operasyonları selamlamak gerekiyor. Gerillanın devrimci operasyonları devrimci iradenin simgelerinden oldu.

Halk Savunma Merkezi (HSM) Merkez Karargah Komutanı Murat Karayılan, Newroz'a ilişkin yaptığı açıklamada önemli konulara değindi.

Newroz'un öngünlerinde Karayılan'ın dikkat çektiği ve ardından HSM Karargah Komutanlığı tarafından yapılan açıklamada, gerillanın savaş kabiliyeti, sömürgeci düşman güçlerine taktik vuruş gücü bakımından önemli bir kazanım duyuruldu. HSM Karargah Komutanlığı Newroz müjdesini "Kürdistan özgürlük gerillası, Türk devleti ve ordusunun her gün suikastlarla katliamlar gerçekleştirdiği SİHA'ları etkisizleştirme imkanını yakalamıştır. Güçlerimiz toplam 15 adet SİHA düşürmüştür" diye duyurdu. Sömürgeci Türk devletinin 'milli proje' olarak bahsettiği SİHA'larına karşı gerilla daha etkili eylemlere imza atacak diyebiliriz.

HSM Merkez Karar Komutanı Murat Karayılan'ın dikkat çektiği diğer bir konu da Kürt ulusal birliği meselesiydi. Burada "KDP'siz" bir birlik meselesine dikkat çekiyor. Bu nedenle MLKP 7. Kongresi'nde de KDP ve onun çizgisindeki partilerin artık Kürt ulusal birliğinin parçası olarak görülmemesi gerektiğine dikkat çekmek gerekiyor. Çünkü maddi gerçek şu ki, KDP sömürgeci işgalcilerle işbirliği yapıyor. Kürdistan işçi-emekçilerine baskı yapıyor. Ama öte yandan YNK birliğe olumlu yaklaşıyor. Bafil Talabani bizzat son açıklamasında birliğin gerekliliğine dikkat çekiyor. Aslında bu, yurtsever, devrimci ve sosyalist yurtsever Kürt halkı için de olumlu bir kazanım olacaktır. Ama bu birliğin tarafları kim olacak, bugün itibariyle belli değil. Açık olan şu ki, KDP'nin hain çizgisi dışında tüm Kürdistan partileri bu birliğin tarafıdır. Böyle bir birlik Kürdistan devrimi ve birleşik devrim için çok önemlidir. Burada HBDH'nin ve Türkiye'deki devrimci-sosyalist, emekçi sol cephenin rolü daha da önem kazanıyor.

Türkiye devrimci-sosyalist hareketinin tutarlı tarafları bu işgal savaşına karşı birleşik bir merkez oluşturabilirse, kendi üzerinden sosyal-şovenizmin etkisini, şovenizmin Türkiye'deki işçi ve emekçi kitleleri üzerindeki etkisini yıkıp parçalayabilirse, Türkiye'de de demokratik devrimin kapıları aralanabilir. Türkiye devrimci-sosyalist hareketleri kendi burjuvazisinin arkasında durmamalı, 2. Enternasyonal partilerinin hatalarından ve güncelde Efrîn ve Serêkaniyê işgali karşısındaki pratiklerinden ders almalıdır. Devrimci bir dönemden geçtiğimizi biliyoruz. Bu dönem çok büyük tehlikeleri ve çok önemli fırsatları içermektedir. Birleşik devrim bugün her zamankinden daha yakın. Öncelikle marksist leninist komünistlerin, devrimcilerin ve antifaşistlerin bu gerçeğin bilinciyle donanmaları gerekmektedir. Büyük Lenin'in gözleri üzerimizde!